Mêrdîna welêt #kurd #kurdî #kurdistan
پیاو دەتوانێ واز لە باوکی بێنێ ئەگەر دادوەریش بێ ، بەڵام هەرگیز ناتوانێ واز لە دایکی بێنێ ئەگەر سواڵکەریش بێ . ئدا نهسین……. ZERZELE Jana me ji cerg û dil e A neyar j' qirika kul e Dilê me bi derd û kul e Wekî din her gotin vir e Hemêza xwe veke Dayê Zarokên te l'ber sermayê Wan germ bike ji qeşayê Şehîd û xazî zehf pir e Nalîn tê ji bin kavilan Wekî fîxana bilbilan Disoje cîger û dilan Miletê me bêhewar e Miletê me maye neçar Gazî dike nayê hewar Hewar ya Rebbî ya Settar Ji Te dixwazin hewarê. XWEZILA Sed xwezî vîncekî bûma Li ber serê Milet bûma Min bêtonê j' ser rakira Dermanê birînan bûma Xwezila tevr û bêr bûma Him meqes him neşter bûma Îro ez li Welêt bûma Tixtorê Gelê xwe bûma Xwezî dilopek av bû ma Di devê zarokan bûma Ez lehîf û doşek bûma Di hewara Milet bûma. Dîroka Erdhejê: 06.02.2023 Demjimêr: 04:17 Şîdet: 7.6 Şîdet: 7.7 Hejmara MIRÎYAN: 31 HEZAR 974 Hejmara BIRÎNDARAN: 80 HEZAR 278 Navenda ERDHEJÊ: 1. Pazarcık / Qehreman Mereş 2. Dîlok 3. Semsûr 4. Hatay 5. Meletî 6. Diyarbekir 7. Riha 8. Edene 9. Osmaniye 10. Antakya. ROJAVA: 1. Efrîn 2. Cindirês Dilbirînê Deşta Mûşê 09.02.2023 ~ Do