A6-XWE Airbus A350-1041 Etihad Airways
Sakine cansiz û hevalê xwe #kurd #kurdî #kurdistan
هه زاران سلاو له گیانی شه هیدی جوانه مه رگ كاك ئیدریس بارزانی Idris Barzani, is one of the most famous character of the history of Kurdistan ئه مانه بون ئه مرویان دروست کرد.. بژی کورد بژی کوردستان بژی قوتابخانه ی بارزانی .. ئیمه دو دل نین له وه ی پولی چه نده مین به لکو ته نها قوتابی ئه م قوتابخانه بین ,, قوتابخانه یه ک بووه هه موو سه رکرده ناسراوه کانی گوره پانی خه باتی ئه مروی کوردایه تیمان یه که م جار قوتابی ئه م قوتابخانه یه بونه ... هه موو قوتابیه کیش ئه بی له قوتاغی سه ره تایی ده ست پی بکات. واته.گوتیان ناوت، دایک و باوت، خاک و ئاوت، من گوتم کورد و کوردستان... گوتیان رهنگت، لههجه و دهنگت، شوێنی جهنگت، من گوتم کورد و کوردستان peshmerge Serberzin bi diroka xwe. zimane xwe, millete xwe, kulture xwe, peshmergen xwe, shoreshen xwe, shehiden xwe, qehramanen xwe, partiya xwe,: Peshmerga Kurdistan
Min ji te re vekir hemu derîyên dilê xwe Ji ber ku tu Ruyeke ronahiyî, di cîhana min e tarî de Azad Penaber
Creative X How to make Origami Sofa Set (Table - Chair - Sofa) Paper Craft - Creative XWe are in also FACEBOOK you can follow us. Page Name and Link Creativ...
هزری نەتەوەیی بارزانیی نەمر ڕەسەن و خۆماڵی بوو و، هیچكات تووشی تەون و داوی ئایدیۆلۆژیا ئاڵۆز و بێهوودەكانی سەردەم نەبوو. هەربۆیەش لە لایەن تێكڕای چینوتوێژەكانی كۆمەڵگەی كوردستانی بە ئاسانی هەزمدەكرا و پێشوازی لێ دەكرا. جگە لە كورد بە شیعە و سوننە و ئێزیدی و جوو و كاكەییەوە بە هەزاران مەسیحی و توركمان و عەرەبیش شوێنكەوتووی بارزانیی نەمر بوون. ئەو ڕەنگدانەوەی كوردبوون و خۆماڵیبوونێكی حەقیقی بوو بۆیە بە نەمری مایەوە. وێنە: ژەنەڕاڵ موستەفا بارزانی كۆماری كوردستان لە مەهاباد Barzanî nemir e û di dilê her kurdekî de zîndî ye Ji roja ku Barzaniyê mezin û nemir hate dinyayê aha ji wê rojê de guherandineke kete dîrok û nava kurdan. Ew hatibû ku kurd ji nûde ji tirsa dagirkeran ji ser xwe bavêjin û ji teslîmbûne, ji jar û bê xweditiyê xilas bike. Bi hatina Serok Barzanî û bi temenê xwe ê biçûk tevlêbûna wî ya şoreşa ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê, dîrok guherî, kurd ji nû de şiyar kir. Li vê cîhanê tim rol û berpirsiyariya serokan girîng e ku çawa erkên xwe lîstine. Ew erk carna bûye sedem ku welatê xwe têk birine û carna jî bûye sedem ku welatê xwe ê dagirkirî azad kirine. Loma bi hatina serokê nemir Barzaniyê mezin û tevlêbûna wî ya şoreşa ji bona azad û serxwebûna kurdistanê weke findekê pê ket û hêdî hêdî ew şevreşa kurd têde bûn, rohnî kir. Wê finda ku şevreşa kurdan rohnî kir, her weha kurd kir xwedî perçeyekî welatê azad û kurd êdî li vir bi azadî jiyan û dijîn. Ew azadiya heyî, rohniya xwe, qawet û hêza xwe dide perçên din jî da ku wir jî şevreşê derkevin û kurdên perçên din jî êdî bi awayekî azad û serbixwe li welatê bijîn. Em kurd qerzdarê Barzaniyê nemir in ku wî di nava xebatên xwe yên ji bona azadiya kurdistanê Kurd kir xwedê destûr û bernameyekê. Ew destûr û bernameya wî ji bona me amade kiribû, bû rêbaz û ev rêbaz tenha ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê heye. Ji ber ku Barzaniyê mezin zanîbû ku tu welat bê rêbaz nikarin xwe azad bikin. Rêbaz rê nîşandan e, rêbaz qebûkirina hebûna welat û axê ye. Rêbaz ji bona wekhevî, azadî, demokrasî û serbestiya gelî wî ye. Loma em îro li başûrê kurdistanê bi saya wê rêbaza Barzaniyê nemir ji bona me kurdan amade kiribû, bûne xwedî dewleta xwe. Barzaniyê mezin nemir e û ew di dilê her kurdekî de zîndî dijî. Heta ku kurd li ser wê rêbazê kar û xebatên ji bona azadiya gelê xwe bikin, wê rojekê bighêjin wê armanca xwe jî. Her bijî roja ji dayikbûna wî ku bi vê dîroka kurdan guherî. Her bijî tekoşîn û berxwedana Barzaniyê nemir Mele Mistafa Barzanî Her bijî rêbaza wî ku ji bona me danî bû anî bû û pêşkêşî me kiri bû, Her bijî pêmêrgeyên qehreman û tekoşîna hemî Barzaniyan…
Tenêtiya min Ez tenê me Belê belê ez tenê me Dilê min tenê ye Mêjiyê min tenê ye Siya min tenê ye Ya rast derdora min pir qerebalixe lê qerebalixek puç û vala ye Û ez dinava vê qerebalixe de bi tenêtiya xwe difetisim Dinav bajarên mezin û dilên zexinî de ez dimirim bi tenêtiya xwe Ez her roj tenê me,her wext tenê me her saet tenê me Û ez dimirim dinava wan mirovên du rû Ne hevaltî bi wan re heye Û ne jî qedr Min êdî fehm kir ku her miro
Bimrin Nehez u Xwe Firus u Dojminên Gelê Kurd, Her Yê Berz u Bilnd Bit Ala Rengina Kurdistanê بمرن نهحهز و خو فروش و دوژمنێن گهلێ کورد، ههر یێ بهرز و بلند بیت ئالا رهنگینا کوردستانێ قوربانی ههمی پێشمهرگێن چاڤ نهترس ببم
Mirovek bû qedera miletekî.. Ez li ku, cenantî û avdana pembo li ku, qey ev jî qedera min e...!). Mîrê Zimanê Kurdî " Celadet Bedirxan " ( 1893 Istenbol __ 1951 Şam ) Di dîrokê de weke îro, berî 72 salan, di 15'ê Tîrmeha 1951'ê de, di bîra Qederê de li gundê Hecanê ku 30 km dûrî Şamê ye, mîrê Zimanê Kurdî û Afrînerê Abeya Kurdî bi tîpên latînî çû ser dilovaniya Xwedê. Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, ku gihane hev dibin lehî... Celadet Bedirxan 15ê tîrmehê 72yemîn salvegera koça dawî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan e, bi rêzdarî Mîrê zimanê me bi bîr tînim . Mîr Celadet Elî Bedirxan " 1893 - 1951 " Siyasetmedar, têkoşer, rojnamevan û zimanzanê kurd e Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitîye û li sirgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha edebiyata Kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên netewperweran bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxanîyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate sirgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal Ataturk bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamîran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930an, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê de endamekî pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû. Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: Ingilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin. Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamîran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Bêguman di xeleka dawîn a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê herî girîng digre. Celadet Elî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê avrêla sala 1893ê li Stenbolê hate dinyayê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e. Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê girîng digirt. Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwaşan dianîn. Yek ji wan nivîskaran jî Helbestvanê navdarê Kurd Hecî Qadirê Koyî bû ku ew mamosteyê serekiyê zarokên Emîn Elî Bedirxan bû. Celadet tevî xwîşk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Stenbolê bi malbatên li sirgûnê yên wekî Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî hevalbendî dikir. Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan diguherandin. Celadet di zaroktiya xwe de tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta , Edirne , Konya, Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya. Di 18 saliya xwe da Celadet li Stenbolê dest bi dibistana Medresaya Harbiyê dike. Di salên Şerê cihanî yê yekê da ew wekî mamosteyê gihanidina zabitan xebitî û di ser da li eniya Qefqasê li dijî Rûsan şer kir. Piştî ku di encama şer da Imparatoriya Osmanî têkçû, û di nav welatparêzên Kurd da pêvajoya rêxistinê destpêkir, Celadet li Stenbolê ket nav karên siyasî û bû yek ji hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey derfeta damezrandina dewleteka Kurdî bûn. Piştî şer dewletên serkeftî yên wekî Brîtanyayê li Kurdistanê ketin hin hewldanan. Celadet li sala 1919ê tevî birayê xwe Kamîran û Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfq çû Kurdistanê. Li cem wan Zabitên Siyasî yên Brîtanî Major Noel jî hebû. Armanca wan amadekariyên Peymana Sewrê bû. Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalên wî haydar bûn suwar şandin ser wan û ew mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe da heta Meletiyê li Kurdistanê geriya û li ser rewşa welat serwext bû. Di encamê da, li Sewrê, di bin çavdêriya berdevkê Kurdan Şerîf Paşa , hin mafên netewî hatin nîşankirin. Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. Li sala 1922ê, dema Kemalîst hatin ser hukimê û Stenbol bidestxist, ji bo serokên Kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamîran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir. Li sala 1925ê, dema li bakurê Kurdistanê serhildana Şêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo tevlîbûna serhildanê bi dizî hate Kurdistanê. Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû şikestin. Ew careka din bi alîkariya eşîrên koçer ji Kurdistanê derket û zivirî Almanyayê. Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar û ket xizmeta Tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr Bedirxanî jî di vê demê da ji aliyê Mistefa Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî hatiye derxistin. Kamîran piştî hatina Celadetî li Almanyayê ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir. Mîr Celadet piştî dawîkirina zanîngeha hiqûqê bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate Qahîrê ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû. Di van rojan da, li Sûriyê û Beyrûtê gelek rewşenbîrên Kurd civiyabûn. Kemalîstan piştî serhildana Şêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewşenbîrên Kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê. Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû. Piştî tevlîbûna Celadet, li 5ê Îlona sala 1927ê li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nûrî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nûredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn. Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya serhildana Agirîyê li herêma sînorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî. Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Mihemed li herêma Torê tevî siwarên Kurd êriş birin ser qereqolên Tirkan. Lê ji ber ku ew negihiştin armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Agirîyê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahiyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî xwe avêt Îranê. Li Tehranê Şahê Îranê Mehmed Reza Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera Kurdan dûr bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Şah qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hate derxistin. Piştî Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Inglîzan nexwest ew li Îraqê bimîne û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûriyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meşand. Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komeleyek damezrand. Armanca wan ew bû alikariya Kurdên ku ji bakur revîbûn bikin. Sûriyê wê demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zixtên Tirkan, Fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimîne. Li Tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhildêrên Kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin. Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewşeka nû ve dehf dabûn, rewşa navxweyî ya Kurdan bû. Di nav Kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehişt bû wê baweriyê ku ji bo şiyarkirina Kurdan divê karê rewşenbîrî bike û biryara xwe da. Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê zimanzanî û afirandina elfbêyeka Kurdî kir. Celadet ji bilî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farisî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanibû. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfbêyan gihişt hindê ku elfabeya Latînî dikaribû berî li nivîsîna Kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû. Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe. Piştî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hejmara yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ew e bû ku alfebeya Kurdî latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfbeya kurdî çendîn name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv wernegirtiye. Ji ber wê yekê jî li kovara Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê Soranî (latînî) kiriye. Her li wê salê kitêba xwe ya gramerê a bi navê Rêzimana Alfbê ya Kurdî çap kir. Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî mal û mulkê malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostetiya zimanê Fransî û parêzeriyê bike. Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana Malbata Eliyê Yûnis jî hate vemirandin, wî fahmkir ku di paşeroja nêz da ew derfet çênabe. Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala 1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê mamosteyî dikir. Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê (mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemşîd li Almanyayê doktorî xwend û li sala 1999ê çû ser dilovaniya xwe. Ji Cemşîd kurek û keçek bi navên Kurd û Evîn hene. Kurd li Almanyayê doktorî qedandiye û niha jî li wir karê xwe didomîne. Evîn jî çalakvaneka civakiye û ew jî niha li Almanyayê dijî. Her wiha, keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî. Sînemxan li gel nivîskar û endezyarê neftê Salah Sadallah(Nivîskarekî Kurde û nêzîkî 25 berhemên wî hene) jiyana hevjîniyê pêkaniye û wê jî du zarokên bi Navê Dilnaz û Azad heye. Bi destpêka Şerê Cîhanî zextên siyasiyên li ser rewşenbîrên Kurd li Sûriyê careka din destpêkir. Dewleta Fransî di nav salên 1943ê û 46ê da bi zorê rûniştina li Şamê li ser Celadet ferzkir. Qedexe bû ku ew ji Şamê derbikeve. Ev bi zorê rûniştina li Şamê ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî heta 1948ê hate domandin. Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadet dest bi karên rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand. Pênç hejmarên Ronahiyê yên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû Kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda Kurd hatibû xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hate rawestandin jî, Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê. Hingê birayê wî, Kamîran, jî li Lubnanê kovareka Kurdî-Fransî bi navê Roja Nû derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945 ê ajot. Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovar derxistinê gelek kitêb jî nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike. Her çend gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku dajot bîreke mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê. Mîr Celadet li 15'ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin. Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku qaşo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê hewalgiriya(îstîxbarata) dewleta Suriye ve hatiye kuştin. Lê belê heta niha tu belgeyek di vî derbarî de tuneye û zarokên Mîr Celadet (Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji gotegotan pêkhatiye. -- Xilatên wer girtî : kovarên Hawar û Ronahî weşandiye danerê tîpên Latînî yên kurdiye.
Ala Kurdistanê / Ala Kurda / Ala Kurda Alayên Kurdistanê bi mezinahiyên cuda. Ez ê kengê pakêta xwe bistînim? Dema radestkirinê: 4-7 rojên xebatê Çima li vir ferman bike? Berhemên bêhempa yên ku hûn tenê dikarin li vir bistînin! Berhema bi markaya kurdî Etîketên haş: #Best #Best #Buy #Kurdistan Flag #ala Kurda #Kurdist
SERHILDANA ŞÊX ÛBEYDULAHÊ NEHRÎ . Dawiya sedsala 19’an pêvajoya netewe-dewletbûnê bû. Kesê ku navê xwe li vê pêvajoya dîrokî xistibû, Şêx Ûbeydulahê Nehrî bû. Navekî rêzdar bû. Ji rêveberên terîqeta Nexşîbendî û kurê Seyîd Taha ye. Serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî ya di sala 1880an da pêş diket, ji yên din cuda bû. Serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî, nirxên neteweyî yên girîng hildigire. Şêx Ûbeydulah,bi tevlîhevkirina nirxên neteweyî û olî, yekitiya hejmarek êl û konfederasyonên kurd pêk aniye. Di serhildanê de girtina alîkariya asûrî û nestûriyan, kûrahiya serhildanê nîşan dide. Ji beriya serhildanê bi hejmareke malbatên mîran re peywendî çêkiriye. Her wiha, bi hêzên ji derve re peywendî saz kiriye. Her wiha, belgeyên axaftinên wî yên bi mîsyonerê emerîkî re li ser daxwaza dewletê, heya roja me hatine. Di nameya Şêx Ûbeydulah a ku ji mîsyonerê emerîkî Dr. Cohran re nivîsiye de, ramanên wî diyar dibin. Di nameyê de dibêje, ‘Gelê Kurd, bi 500hezar malbatên xwe, gelekî cuda ye. Ola wan jî, li gorî yên din cuda ye, zagon û kevneşopiyên wan cuda ne. Em dixwazin,xwe bi xwe, bi rê ve bibin. Bi vî awayî, em ê serbixwe û bihêz bibin. Mîna neteweyên din ên cuda hebin jî, em dikarin wê sozê bidin ku wê ziyana me negihîje neteweyên din''. Şêx Ûbeydulah di heman nameya xwe de weke sedema serhildanê, bêmafiya ku li gelê kurd hatiye kirin û ewlekariya gel destnîşan kiriye. Şêx Ûbeydulahê Nehrî, bi rojavayiyan re peywendiyan pêş dixe û ji bo wan planên xwe dibêje. Osmaniyan di peymana 1878’an a ku li Berlînê hatiye çêkirin, hin maf dida civakên xiristiyan, bi taybetî jî ermeniyan. Li ser dewleta ermeniyan gotûbêj dihatin kirin. Vê rewşê, li ser Şêx jî, bandor dikir. Bi kêmneteweyên ku ne misilman re pêşxistina peywendiyên erênî, ji bo hêzên biyanî peyamek bû. Şêx, hemû êlên kurd ên ji vê rewşê bêzar dibûn, anîn rex hev û ji Stenbolê bêyî ku biçe Kurdistanê, ji bo tevahî serokêl, şêx û begên Kurdistanê yên girîng, peyaman dişîne û wan vedixwîne civînê. Ermenî û Suryaniyên li herêmê dijiyan jî, bi şêx re peywendî danîbûn. Şêx, destpêkê pêşveçûnên serkeftî dimeşîne. Lê Kurdistaneke bihêz, ne li gorî plana îngilîzan bû. Di heman demê de, Rûsya û Îranê jî dixwestin ku li gorî xwe projeyeke Rojhilata Navîn çêkin. Ji ber vê sedemê, hêzên emperyalîst û herêmî di eniyeke hevpar de ji bo ku Serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî bi ser nekeve, çi ji destên wan hat, kirin. Osmanî, êrîşî Şêx dikin. Êla Celalî jî, diçin aliyê dijmin. Encam dibe têkçûn. Şêx Ûbeydulah diçe Stenbolê û di sala 1881’ê de careke din vedigere Şemzînanê û berxwedanê dide destpekirin. Lê serhildan dîsa tê çewisandin. Şêx Ûbeydulah dibin Mûsilê û diavêjin zîndanê. Lê, kurê Şêx, Seyîd Evdilqadir ku yek ji fermandarê têkoşînê bû, êrîşî zîndanê dike û bavê xwe rizgar dike. Şêx, her çi qas dixwaze serhildaneke din bide destpêkirin jî, dîsa dîl dikeve. Şêx Ûbeydulahê Nehrî surgûnî Mekehê dikin. Li wir, di sala 1883’yan de diçe ser dilovaniya xwedê. Bi têkbirina serhildana Şêx Ûbeydulah re, osmaniyan li Kurdistanê projeya ''Alayên Hamîdiyê'' ya ku plan kiribûn, dixin meriyetê. Encama serhildanê her çi qas windakirin be jî, Şêx Ûbeydulahê Nehrî têbîniyek ji bo dîrokê hiştiye. Li Kurdistanê tevahî kêmnetewe û beşên civaka kurd ên hejar, kariye bikişîne aliyê xwe. Bi cewherî, Şêx Ûbeydulahê Nehrî di zanabûna afirandina yekîtiya neteweyî, bi yekirina tevahî
Nûçegihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş ji ber ku nûçeyên xwe li ser medyaya dîjîtal parvekiribû di 27ê Çileya 2024an de li Semsûrê hat binçavkirin û bi hinceta, ‘propagandaya rêxistinê’ kiriyê doz li wî hat vêkirin. Yekemîn danîşîna nûçegihanê me li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin. Mahmût Altintaş li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran
12ê gulanê 49emîn salvegera şehîdbûna şoreşger û pêşmergeya herdem sax nemir Leyla Qasim e, bi rêzdarî bi bîr tînim . Beisîyan ji şehîda nemir Leyla Qasim xwest ku bi nivîsandina nameyekê ji bo serokomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta dagirker ya Iraqê bike û bi vî rengî poşmanîya xwe ji wan re diyar bike. Şehîda herdem sax Leyla Qasim bi nêrîneke hişik û tifa ku avêtî ser rûyê efserên dewleta dagirker, wiha bersiva wan da : " Eger ku ez ji karekî jiyana vê cihanê poşman bibim ew e ku ez zû dimirim bêyî ku bikaribim demeke dirêj ji netewa xwe re xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji neteweya Kurd dikim, ji ber ku di rastîyê de, min ji bo doz neteweya xwe kêm xebat kiriye " ساڵيادى لهسێدارهدانى شههيد لهیلا قاسم و ههڤاڵانى لە ڕۆژی 28ی نیسانی 1974 لە ھەڵمەتێکی ھێزە ئهمنی و سەربازییهكانی ڕژێمی بەعس لە بەغدا، لەیلا قاسم و چوار لە ههڤاڵانى (نەریمان فوئاد مەستی، جەواد ھەمەوەندی، حەسەن حەمەڕەشید و ئازاد سلێمان میران) دەستگیر کران. هەر دوابەدوای دەستگیرکردنیان، ڕژێمی بەعس بە مەبەستی چاوترساندنی لاوان و قوتابییان و ڕۆشنبیرانی کورد و گهلى كوردستان، بەخێرایی لە حوکمێکی نادادپهروهرانەدا بڕیاری لەسێدارەدانی دژ بە لەیلا قاسم و ههڤاڵانى دا و، سەرلەبەیانیی ڕۆژی 12ی ئایاری 1974، لەیلا قاسم و ھەر چوار ههڤاڵهكهى لە سێدارە دران. لەم یادەدا، سڵاو دەنێرین بۆ گيانى پاكى شههید لهیلا قاسم و ههڤاڵانى و سهرجهم شههیدانی ڕێگای ڕزگاريى كورد و كوردستان. Today marks the 49th anniversary of the execution of one of the Kurdish women symbols, #LeylaQasim, who was executed by the Ba'athist regime. Layla in the last words says: ‘Kill me, but you should know that through my death thousands of Kurds will awake from a deep sleep.
پیاو دەتوانێ واز لە باوکی بێنێ ئەگەر دادوەریش بێ ، بەڵام هەرگیز ناتوانێ واز لە دایکی بێنێ ئەگەر سواڵکەریش بێ . ئدا نهسین……. ZERZELE Jana me ji cerg û dil e A neyar j' qirika kul e Dilê me bi derd û kul e Wekî din her gotin vir e Hemêza xwe veke Dayê Zarokên te l'ber sermayê Wan germ bike ji qeşayê Şehîd û xazî zehf pir e Nalîn tê ji bin kavilan Wekî fîxana bilbilan Disoje cîger û dilan Miletê me bêhewar e Miletê me maye neçar Gazî dike nayê hewar Hewar ya Rebbî ya Settar Ji Te dixwazin hewarê. XWEZILA Sed xwezî vîncekî bûma Li ber serê Milet bûma Min bêtonê j' ser rakira Dermanê birînan bûma Xwezila tevr û bêr bûma Him meqes him neşter bûma Îro ez li Welêt bûma Tixtorê Gelê xwe bûma Xwezî dilopek av bû ma Di devê zarokan bûma Ez lehîf û doşek bûma Di hewara Milet bûma. Dîroka Erdhejê: 06.02.2023 Demjimêr: 04:17 Şîdet: 7.6 Şîdet: 7.7 Hejmara MIRÎYAN: 31 HEZAR 974 Hejmara BIRÎNDARAN: 80 HEZAR 278 Navenda ERDHEJÊ: 1. Pazarcık / Qehreman Mereş 2. Dîlok 3. Semsûr 4. Hatay 5. Meletî 6. Diyarbekir 7. Riha 8. Edene 9. Osmaniye 10. Antakya. ROJAVA: 1. Efrîn 2. Cindirês Dilbirînê Deşta Mûşê 09.02.2023 ~ Do
A few months ago I decided to interrupt my freelance work and dedicate my free time to study in depth Substance Designer and Zbrush. This is how my first package was released on Asset Store. More about this product you can find on Unity Asset Store: http://u3d.as/XwE For the rocks, I made some tileable textures in Substance Designer, which I added over Zbrush sculptings using Substance Painter. Then I created simple shaders with projection on Y-axis, to which we exposed more parameters to adapt the rocks to totally different environments. To keep in touch with my following assets, don’t forget to follow my Facebook page: https://www.facebook.com/ANGRYMESH/
Bo bîranîna Seyîd Riza Dêrsimî ( 1863 an 1859 – 16.11.1937 ) Kur Resik Hûseyin 17 salî û bav Seyîd Riza 78 salî di rê de û ber bi darvekirinê ve diçin. Ma hûn ji kesên ku vî karî dikin re dibêjin mirov?! Gotina Seyîd Riza ya dawî li meydana Genim a Elezîzê: - “Çil lîre û saetek min hene. Tu yê bidî kurê min….” Bersiva wî wiha dan: "Em ê kurê te jî bi darve bikin!" Seyîd Riza bi nêrîneke tehl û dengekî nerm wiha gote generalê Tirk:" Wê demê min beriya kurê min bi darve bikin!" Wan zarê 17 salî li ber çavên wî ber bi dara îdamê ve birin, Seyîd Riza bêtirs û bi dengekî bilind ji kurê xwe re wiha got:“ Li ser eniya me lekeyek reş tune lawo. Serê xwe bilind bike cergê min….” - „ Min ji hîleyên we fêm nekir, min nikaribû wan xapandkariyên we bipejirînim, ji ber vê yekê ez hatim hevdîtina bi we re. Vaye ezê bimirim. Bila ev yek ji min re bibe derd, lê li hemberî we min jî serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd „ - “ Evlade Kerbelayimê, bê gunayimê, ayibo, zulimo, cineyata….” Lashê Seyîd Riza û 10 kesên din yên pêre berê ji bi tirsandina gelê Kurd di nava taxên bajarê Elezîzê de gerandin, pishtre tev shewitandin.! Hovîtîyên ku roja îro jî li dijî shoreshgerên Kurd berdewam dikin.
Thank you for your visit You can to add to any group. I would appreciate if you could share this. Evîna me Kurdistan e, evîna Kurdistanê Serxwebûn e. EY MILLETI KURD DEST BIDIN DESTE HEV Kurdistan welatekî bi xêr û bêr e, li welatê xwe xwedî derkevin. Zimanê Kurdî rûmeta me ye, Kurdî biaxifin, Kurdî binivîsînin, Kurdî bixwînin û Kurdî guhdar bikin... 💥💥💥💥🌛 Kirkuk is the heart of Kurdistan 🌜💥💥💥💥💥 .Kurds are striving for an independent, democratic, secular, gender equal The meaning of the word Kurdistan means Kurdish country... Dictators are afraid of us Dîktator ji me ditirsin Korkuyor bizden diktatörler دیکتاتۆر ژ مه دترسن