kawaii soft toys rabbit doll stuffed easter bunny plush with long ear, Find Complete Details about kawaii soft toys rabbit doll stuffed easter bunny plush with long ear,Toys,Animal Toy from Pet Toys Suppllier or Manufacturer-Yangzhou Dixin Toys Co., Ltd.
SERHILDANA ŞÊX ÛBEYDULAHÊ NEHRÎ . Dawiya sedsala 19’an pêvajoya netewe-dewletbûnê bû. Kesê ku navê xwe li vê pêvajoya dîrokî xistibû, Şêx Ûbeydulahê Nehrî bû. Navekî rêzdar bû. Ji rêveberên terîqeta Nexşîbendî û kurê Seyîd Taha ye. Serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî ya di sala 1880an da pêş diket, ji yên din cuda bû. Serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî, nirxên neteweyî yên girîng hildigire. Şêx Ûbeydulah,bi tevlîhevkirina nirxên neteweyî û olî, yekitiya hejmarek êl û konfederasyonên kurd pêk aniye. Di serhildanê de girtina alîkariya asûrî û nestûriyan, kûrahiya serhildanê nîşan dide. Ji beriya serhildanê bi hejmareke malbatên mîran re peywendî çêkiriye. Her wiha, bi hêzên ji derve re peywendî saz kiriye. Her wiha, belgeyên axaftinên wî yên bi mîsyonerê emerîkî re li ser daxwaza dewletê, heya roja me hatine. Di nameya Şêx Ûbeydulah a ku ji mîsyonerê emerîkî Dr. Cohran re nivîsiye de, ramanên wî diyar dibin. Di nameyê de dibêje, ‘Gelê Kurd, bi 500hezar malbatên xwe, gelekî cuda ye. Ola wan jî, li gorî yên din cuda ye, zagon û kevneşopiyên wan cuda ne. Em dixwazin,xwe bi xwe, bi rê ve bibin. Bi vî awayî, em ê serbixwe û bihêz bibin. Mîna neteweyên din ên cuda hebin jî, em dikarin wê sozê bidin ku wê ziyana me negihîje neteweyên din''. Şêx Ûbeydulah di heman nameya xwe de weke sedema serhildanê, bêmafiya ku li gelê kurd hatiye kirin û ewlekariya gel destnîşan kiriye. Şêx Ûbeydulahê Nehrî, bi rojavayiyan re peywendiyan pêş dixe û ji bo wan planên xwe dibêje. Osmaniyan di peymana 1878’an a ku li Berlînê hatiye çêkirin, hin maf dida civakên xiristiyan, bi taybetî jî ermeniyan. Li ser dewleta ermeniyan gotûbêj dihatin kirin. Vê rewşê, li ser Şêx jî, bandor dikir. Bi kêmneteweyên ku ne misilman re pêşxistina peywendiyên erênî, ji bo hêzên biyanî peyamek bû. Şêx, hemû êlên kurd ên ji vê rewşê bêzar dibûn, anîn rex hev û ji Stenbolê bêyî ku biçe Kurdistanê, ji bo tevahî serokêl, şêx û begên Kurdistanê yên girîng, peyaman dişîne û wan vedixwîne civînê. Ermenî û Suryaniyên li herêmê dijiyan jî, bi şêx re peywendî danîbûn. Şêx, destpêkê pêşveçûnên serkeftî dimeşîne. Lê Kurdistaneke bihêz, ne li gorî plana îngilîzan bû. Di heman demê de, Rûsya û Îranê jî dixwestin ku li gorî xwe projeyeke Rojhilata Navîn çêkin. Ji ber vê sedemê, hêzên emperyalîst û herêmî di eniyeke hevpar de ji bo ku Serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî bi ser nekeve, çi ji destên wan hat, kirin. Osmanî, êrîşî Şêx dikin. Êla Celalî jî, diçin aliyê dijmin. Encam dibe têkçûn. Şêx Ûbeydulah diçe Stenbolê û di sala 1881’ê de careke din vedigere Şemzînanê û berxwedanê dide destpekirin. Lê serhildan dîsa tê çewisandin. Şêx Ûbeydulah dibin Mûsilê û diavêjin zîndanê. Lê, kurê Şêx, Seyîd Evdilqadir ku yek ji fermandarê têkoşînê bû, êrîşî zîndanê dike û bavê xwe rizgar dike. Şêx, her çi qas dixwaze serhildaneke din bide destpêkirin jî, dîsa dîl dikeve. Şêx Ûbeydulahê Nehrî surgûnî Mekehê dikin. Li wir, di sala 1883’yan de diçe ser dilovaniya xwedê. Bi têkbirina serhildana Şêx Ûbeydulah re, osmaniyan li Kurdistanê projeya ''Alayên Hamîdiyê'' ya ku plan kiribûn, dixin meriyetê. Encama serhildanê her çi qas windakirin be jî, Şêx Ûbeydulahê Nehrî têbîniyek ji bo dîrokê hiştiye. Li Kurdistanê tevahî kêmnetewe û beşên civaka kurd ên hejar, kariye bikişîne aliyê xwe. Bi cewherî, Şêx Ûbeydulahê Nehrî di zanabûna afirandina yekîtiya neteweyî, bi yekirina tevahî